Folklor Û Teoriyên Folklorê Yên Îroyîn
Avesta Yayınları
Folklor U Teoriyen Folklore Yen İroyin Avesta Yayınları
çev. Necat Keskin
Richard M Dorson cara pêşî ev xebata xwe wek gotar di sala 1963an de bi navê Current Folklore Theories di kovara Current Anthropology de diweşîne Di sala 1972an de jî di pirtûka Folklore and Folklife An Introduction de wek Destpêk cih digire Di vê destpêk a çapa 1972an de hem saheya folklor ê dide nasîn û hem jî teoriyên folklorê ji ya 1963an berfirehtir pêşkêşî xwendevanan dike Di vê wergera di deste we de min her du çapê vê xebatê li ber çavan girt û min cih da destpêk a çapa 1963an Her weha min çapa 1972an jî tevî danasîna saheya folklorê wergerand Bi vî awayî min xwest xwendekar û lêkolînerên folklora kurdî ji fikren folklornasekî navdar ê Amerîkî Dorson haydar bibin Ji vî aliyî ve wek sentez eke her du versiyonên xebatê xuya dike Hêvî dikim ku ev ji bo xwendekar û lêkolînerên folklora kurdî bibe çavkaniyeke baş û di heman demê riya wergerên din ên teorîk veke