Folklora Kurdan u Çiroken Herema Amede
Payiz Yayınları
Li hemû cîhanê di derbarê folklor û geşedanên wê de di teorî dabeşkirin û belavbûna çîrokan de ji mêj ve xebatên pir giranbiha hatine kirin Di vê xebatê de ji bo sûdwergirtina tevî van xebatan rê û rêbazên berhevkariyê bi kurtasî hatine helsengandin Ji alî dirûv naverok hûnandin û şêwaza vegotinê ve her şaristanî welat herêm û her wiha her bereke folklorîk û çîrok xwedî taybetmendiyên cihê ne Bi vê nêrînê çîrokên kurdan û bi taybetî çîrokên herêma Amedê ji alî şêwaz dirûv naverok leheng û nîgaran ve hatine nirxandin Bi wê ve girêdayî şevbihêrk û rol û rista saziya dengbêjiyê û bandora wê ya di neqilkirina berên folklorîk de û bi taybetî li derdora çîrok û çîrokbêjiyê jî hatiye nirxandin Di çîrokbêjiyê de girîngiya herêma Amedê û çîrokên ku li vê herêmê hatine berhevkirin li ser çend xalan hatine nirxandin û di dawiya berhemê de hatine bicihkirin