Folklora Ronahîyê Mem Mukrîyanî
Wardoz Yayınevi
Di vê pirtûkê da 26 çîrokên navnûçikên herêma Mêrdînê hene Ev navnûçik di nav gelî da belav bûne û gelek jê çîrokên wan hene Mem Mukrîyanî bi salan e bi şixulê nêçîrvanan daye dû van çîrokên navnûçikan Li gor gotina ê ku bi serê wî da hatîye dibê Rokê payîza dereng e Ez çûm cot Li gor derdor û cîrana ez ji bo cotkirinê dereng mame Êdî ketîye nîrê reş Berê berf û baran pir dihat Ê ku jê bihata û bi hev xista karê xwe ji ber xwe derdixist Yanî xelkê berê çandinîyê xwe zû dikirin De îja ez bi tenê me Kesî mi tune ye Zarok hûr in hîna li mi negihîştine Ez jî tim li ber pêz im Nigê me nediketin bin me
Di vê pirtûkê da hemû nivîsên Kovara Ronahîyê ên foklorîk hatine tesnîfkirin Ev xebat çîrok xebroşk destan pêkenî û nivîsên li ser eşîr bawerî nêçîr salnameya kurmancî di xwe da dihewîne Ji bo têgihaştina deqên folklorîk ferhenga folklorê jî li dawîya vê xebatê hatîye zêdekirin