MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Fonolojiya Zazaki Devokên Bakur Başûr Û Navendî — Ahmet Kırkan

Fonolojiya Zazaki Devokên Bakur Başûr Û Navendî
680,00
Dil Gramer

Fonolojiya Zazaki Devokên Bakur Başûr Û Navendî

Ahmet Kırkan

Vate Yayınları / Weşanxaneye Vateyî

2024415 sf.
Şehadet Kitap

Fonolojiya Zazaki Devokên Bakur Başûr Û Navendî

Ahmet Kırkan

Di navbera mirovan de ji bo ragihandinê enstrumana herî giring ziman e Pergala ku di navbera mirovan de ragihandinê pêk tîne ziman e Bi ziman civak li ser lingan dimînin û ziman e ku rê li ber wê civatê vedike ku ew hebûn û kesayetîya xwe bidomîne Bi rêya veguhestina bi nifşan re dewama hêmanên çandî yên ku ji bîra kolektîf pêk tên dîsa ziman dabîn bike Xebatên ziman ne tenê xebatên zimannasîyê ne Hemû zanistên ku bi mirovan re têkildar in bi awayekî bi ziman re jî eleqeder in û tiştinan li ziman zêde dikin Lewra ziman dorpêçker e û bi hemû zanistan re têkildar e Ji ber vê yekê xebatên derbarê ziman de ne tenê xebatên zimannasîyê ne herwiha xebatên hevpar yên li ser gelek binbeşên zanistî ne Fonetîk û fonolojî du binbeşên zimannasîyê ne ku têkîlîyeke zexm di navbera wan de heye Zimannasîya ku gelek binbeşên wê yên din hene ji pêvajo û pêkhatina dengê mirovan heta bidawîbûn û watedayînê pêk tê Deng û guherinên dengan du mijarên bingehîn in ku ji hêla her du binbeşên zanistê ve tên vekolîn Ji ber ku deng bi xwe pirhêli ne gelek qadên xebatê yên fonetik û fonolojîyê bi awayên cuda li ser wan dixebitin Her qadeke xebatê di nava zanista xwe de dikare bê nirxandin lê di navbera van qadan de têkîldarîyeke xurt heye