Gejevang
Lis Basın Yayın
GejevangLis Basın Yayın
Lis Yayınevi
Omer Dilsoz vê carê bi romana xwe Gêjevang dikeve dora kanîya Kurmancîyê Gêjevang zeman mekan û qewam ê di gêjgerînga ruhê xwe de dimeyîne û li kujîyên nepen ên gîyanê şikestî ji pirtik û pirçikên qewamên ji zeman û mekanên cihê cihê rûberekî ava dike û tîne di şikefta Gêjevangê diltenik de distewirîne Gêjevang lixwegerîna ruhekî berze a di nava sir û razên qewamên şikestî de ye Di serî de meriv dibêje qey her qewam bi serê xwe li dû bayê xwe diçe lê pê re pê re mirov pê dihese ku her tiştî di rêgeheke ruhrehwanî de têkilîyeke psîşîk bi hev re heye Em tu carê û li tu dem û dewrê ne bi serê xwe bûne bi qasî ku em berdewama doya xwe ne heman wext em dûmayîka sibeya xwe ne jî Di heman metnî de romana Omer Dilsozî ya bi navê Gêjevang bi gotinên Sing li kakila Kurmancîyê çikilandiye û heta kejîyê jêrehiş û bîra axa xwe daçikilîye Bi Kurmancîyeke reşbelek bîna herîya wê çikandiye û hilma wê hilgirtiye kezeba xwe Gêjevang heman wextî ger û gêjên zimên hingaftiye geşt û kujîyên wî têk vedane û ji mirina xwe mirineke din çê kiriye Wekî pelekî bi ber ba ketî di nava sir û sûrên dem û dewranên xwe de çerixîye û di gêjgerînga xwe de winda bûye hatiye ravekirin