Generalê Bêrûtbe
Nando Yayınları - Weşanen Nando
Ev roman çîroka mirovên di navbera gund û bajêr de asê mane vedibêje Ew mirovên li aliyekî bi hesreta gund û kevneşopiyên xwe dijîn li aliyê din jî ji neçarî li ber xwe didin da bibin parçeyeke keftûlefta bajêr Ev pirtûk têkilîyên malbatî û gundîtahîyê yên li gund û bajêr yên çawa bi dem û cih diguhere dostanî û mirovatî bi nezanîn û nerazîbûnê çawa vediguhezin bêhêvîtîyê û dibin sedemên aloziyên takekesî û malbatîyên dêrîn dihone Çetîn Lodî xwendevan di navbera cihan de tîne û dibe lê di heman demê de di nav nakokiyên herî kûr ên hestan de jî asê dike Lewre ev berhem ne çîrokeke kesane ye bîranîneke civakî û dîrokeke veguhêr e Dema ku xwendevan ji bêdengiya gund ber bi kaosa bajêr ve diçe ew bi nakokiyên xwe re rû bi rû dimînin Ev romaneke hem dramayên takekesî û hem jî birînên kolektîf e Bi têkilîyên ferdên malbatekê rewşa koçberîya gelekî ya ber bi bajarîbûnê ve diçe derdikevin holê Vegera gund carinan tenê rêya avakirina pêşerojê ye