Gerdaney Zengıyane Soranî Gerdeniya Morî Kurmancî
Avesta Yayınları
Dema ku min dest bi hûnandina helbestan kir ti dîwaneke jinên kurd tinebû Tenê carinan berhemên Dr Nesrîn Fexrî Xurşîde Baban li ser rûpelên rojnameyan de dihatin çapkirin Heya salên 1970yî tenê berhemên sê jinên kurd hatibûn çapkirin Ev kêmasiya di nava berhemên kurdî de bû sedem ku ez temaya jinê ji berhemên xwe re esas bigirim û girîngiyeke mezin bidim jinê Heskirina min a ji helbestê gelekî taybet e Ez ji helbestên hin helbestvanên kurd gelekî hez dikim û gelek caran ji xwe re dixwînim lê min ti carî kopyayên wan nekişandine Dengê min nebûye dengê mêran Min her tim hewl daye weke jinekê deng û reng û gotinên çand û kultûra xwe bînim ziman kultûra ku gelek caran dijî kultûra mêran e Min hewl daye ku ji bo helbestên xwe peyvên herî nazik û delal bi kar bînim herî baş bixemilînim û di alema helbestan a bedew de bi azadî û bêtirs tevbigerim Di helbestên min de ti carî jin nebûne temamkerên kar û biker çawa ku di berhemên piraniya helbestvanên mêr de jin weke temamker û têrker hatine zanîn eger roleke jinê hebe jî roleke negatîv e Jin di helbestên min de biker û xwedî roleke erênî aza azad xwebawer dilovan û biryarder e Gerdaney Zengiyane Gerdeniya Morî ya Kurdistan Mukriyanî bi soranî û kurmancî latînî