Gula Zer
Peywend
Zilamek dîn diçe cem yekî alim û jê re dibêje Eger tu xaniyekî ji min re ava nekî ez ê çêra û xeberan bidim Weysilqeranî Vêca alim ji yê dîn re got Na çêran neke Weysilqeranî ez ê ji bo te xaniyekî ava bikim Seyda rabû pê tiliya xwe çend xetik li ser berekî dan û got Eve mezela mêvanan e eva henê mezela zarokan e eva he jî mezela qafquluçka ye Ma ne bes e û têra te nake Zilamê dîn got Belê temam e û rêya xwe digire û diçe Vêca yê dîn çiqasî ku bêhna wî teng bibûya û aciz bibûya wê dîsanê biçûya cem seyda û bigota Seyda heke tu xaniyekî ji min re ava nekî ez ê çêran bikim Weysilqeranî Di her carê de Seyda xaniyekî weke yê ewil jê re çê dikir û yê