Gurequm
Lis Basın Yayın
Lis Yayınevi
çev. Serkan Bırûsk
Çîroka keçeke biçûk a bi navê Zackarina yek ji wan çîrokan e ku bi raya me wê cîhana zarokan a mişt bi matmayîn zîrekî şûmîtî anîzazî afirînerî û delaliyan bi awayekî gelekî serketî li qelemê dide û ne bi tenê dibe çîrokeke bo zarokan lê dibe çîrokeke ku xort û ciwan û mezin jî bixwînin bi dest xwe re bikevine nava gerdûna lîstikên Zackarinaya biçûk û Gureqûmê wê yê sêhrbaz Ji Åsa Lindha nivîskara Swêdî çîrokeke li ser cîhana balkêş a zarokeke ku dibe hevala Gureqûmê ku li keviya deryayê li ser qûman hêwiriye gelekî jêhatî ye bi her tiştî dizane li hemberî cîhana dê û bav û mezinan dibe piştgirê Zackarinayê Pirtûkeke ku ji niha ve wekî klasîk tê hesibandin û wergeriyaye gelek zimanên cîhanê Zarokno hûn ê vê çîrokê ji bîr nekin