Güzereş
Peywend
Güzereş Kısa Özet Berê NivîsHebû Evdemek bû hizrên wî gêre pê re dikir Aya hevîrtirşê nivîştara mirovan bi axamirovan vestirîye An mirov tenê XwendinekE û nivîsa jiyana xwe bi xwe lêdike Pirsan ew xistibû gêjevankê Wisabû heçku aqil û sewdaya xwe li derekê winda kiribe Belkî jî jibîr kiribe Ûheta ku wê nebîne ti hedra wî nebe çu tebat û sebat nediketê Heta wê rojêbirûskek jê re jenî Ew roja kelegerm Evdemeke dirêj e hoşeng ji xwe re gazinan dike bo çi jiyan jê re temendîşikefteke xirt û xalî sar têt Bo çi dengên ruh û dilê wî wekî reşreşokên şevêdi şikefta serê wî de deng vedidin û mejiyê wî wekî hestiyekê dikojin bo çi Hoşeng dike nake vê heyama jiyana xwe çi tahm û xweşiyê çi tîn û geşahiyê ji rojgaraxwe wernagire bo çi dibû giloka pirsan û li teşiya hişê wî dialiya herçendî dirêsa ta û ben jêk netînane derê Bo dilê xwe di Got tu jî heq î dilo tu jî tu jî gûzên xwe li serdilê min ê reben dişkênî