Hedıyyetu L Îxwan Fî Eqîdetı L Îman Eqîdeya Îmanê
Peywend
Ev berhema li ber destê we ya Eqîdeya Îmanê ya Şêx Qutbedînê Korikî ye ku navê wî yê eslî Hediyyetu l Îxwan fî Eqîdeti l Îman e Eqîdenameya Şêx Qutbedînê Korikî di edebiyata kurdî ya klasîk de mînakeke cureyê eqîdenameya menzûm e Korikî bi vê berhemê xwestiye ku wekî eqîdenûsê kurdî yê ewil Ehmedê Xanî bi kurmancî zarokên gelê xwe fêrî dînê Îslamê bike Herçiqas armanca Korikî ya sereke fêrkirina zarokan bûye lê wî bala mezinan jî kêşaye da ku di riknên dînê xwe de sistî nekîn û bi wan emel bikin Ku nezm kim ji bo van biçûkê ezîz Rehet be li ser wan hifiz kin temîz Muheqqeq bizan dîn û îmanê wan Ku kamil dibîtin yeqîn bêguman Yeqîn rukn û îman û Îslami me Li ser me temaman bizan lazim e Eger çi me gotî ji bo zaruwan Lê qesda me am e heta kamilan Çi mêr bin çi jin bin emel pê bikin Ji vir pê de êdî ku sistî nekin