Hedokê
J&J Yayınları
Her ku çi qasî armanc raxistina serborî û jînenîgariya malbatekê be jî ji ber ku rastiya rewşa hemû civaka me dihundurîne watedar û giring hatiye dîtin Lê belê cihê mixabîniyê û xemgîniyê bi xwe jî tunebûna berhemên nivîsandî li ber dest in Bi vê boneyê mirov dikare bi hêsanî bibêje ku di mijara gotinê de çarenûsa me hemû Kurdan ev e Ango dîroka welatekî ya nivîsandî û tomerî bi gelemperî çi be bê gûman wê ya hereman bi xwe jî jê ne cûdatir bin Weke ku çewa em li şûna dîrokeke nivîsandî serboriya welatê xwe ji stranbêj û vegotinan dibihîsin di mijara jînenîgariya malbat û eşîran de jî encam heman tişt e Bi vê sedemê ye ku em di rojên îroyîn de jî encex dikarin raburdûya xwe an ji pirtûkxaneyên biyaniyan an ji stranbêjan an jî ji vegotin û çîrokan bibihîsin Lewre jî ger ku dîroka rojane an jî raburdaya dîrokê neyê nivîsandin û di nava qeyd û bergan de neyê tomarkirin sed mixabin wunda dibe dihele çem û çem û av bi av diçe Bi vê mebestê armanca nivîsandina vê berhemê ew e ku qet nebe em bikaribin serboriya malbatekê be jî ji nava sergoyê dîrokê derxin ser rûyê erdê Lê belê her ku çi qasî navê nivîsandinê para me ketibe jî bê gûman divê alîkariya cengawerên li pişta perdê jî neyê jibîr kirin Lewre him berhem bi alîkariya vegotinên wan pêkhatiye û him jî serboriya kelepora jiyana wan bi xwe dihundurîne Ji ber vê taybetmendiyê jî divê keda wan cihê xwe bigire û mafên wan radestî wan bê kirin