MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Hefsar — Hesenê Metê

Hefsar
140,00
Yabancı Dilde Edebiyat KitaplarıRoman Günümüz

Hefsar

Hesenê Metê

Peywend

202396 sf.
Şehadet KitapEn ucuz

Hefsar

Hesenê Metê

Û ev defter jî li ser maseya ber serê min bûye weke kêla gornekê tenê navê min jê kêm e li bendê ye ku roja mirina xwe lê binivîsim Lê nabe lewra mêze dikim êdî weke berê destê min ji xwe ne bawer e ku binivîse qelema min jî mîna dilê min şikiyaye û êdî xêra xwe nemaye De ev çi ye ji bo Xedê ev çi ye ku ez hîn jî bi pey ketime Ev çi defter e ev çi qelem e ev çi nivîsan e ku ez pê ve hatime gidêdan û xwe mijûl dikim xwe dixapînim bi gotinên pûç û vala Na ez ê êdî nekim Ji bona ku mirinê dereng bixîne Şehrezadê rabû çîrok dirêj kir bi qasî hezar û yek şevî dirêj kir Lê ez ê nekim ez ê çîrokê dirêj nekim êz ê çîroka jiyana xwe dirêj nekim Ji romanê

Şehadet Kitap
149,10

Avesta Yayınları

2025104 sf.
Şehadet Kitap

Ji ber ku ne gengaz e êdî ez hespê xwe bibînim an jî bînim min jî tenê hefsarê hespê xwe xwestiye Ew ê ji min re bişînin An ne ez ê nikanibim ji binê giraniya vê jiyanê rabim Jiyan bûye qapûtekî gelekî mezin Û ev qapûtê mezin û fereh êdî li min nayê ez tê de wenda bûme û nikanim xwe jî tê de bibînim Anuha di van demên min ên giran de dizanim ku bi qasî jiyana du kesan jiyan li min dirêjtir bûye zêdetir jî Rojên Xwedê tên û diçin ser û binê rojan tune û dawî li wextê nayê Wext gelekî zêde ye Dibînim her ku hêvî li min dişikê û kêm dibe jiyan jî li min ewqasî dirêj û zêde dibe