Helbestên Bi Helwest
Sitav Yayınevi
Nivîskar bi helbesta xwe sekna xwe li hemberî şaşî û kêmasiyên civakî dide nîşan bi taybetî jî li hemberî kiryarên şaş yên pêşeng û sazîyên kurdan Ew bi helbesta xwe bûye nûnerê kesên bi helwest ên hemberî wan şaşiyan Mirov di helbestên Omer Peyanis de temayeke gelek xurt ya girêdana nirxên hevaltî û kurdbûnê ve dibîne Bi helbesta xwe pîroziya hevaltiya rasteqîn û girêdana nirxên pîroz yên gelê kurd datîne holê Yek ji girîngiya helbesta nivîskar dewlemendiyên peyv û temayên kurdî ye Nivîskar ku di nava çanda dewlemend ya Colemêrgê de mezin bûye kariye bi awayekî serkevtî wê dewlemendîyê di helbestên xwe de bide nîşan