Helbestên Jinên Wêjekar
J&J Yayınları
Helbest qêrîna dil û evînê bilêvkirina êş û janê ye Xeml û rewşa ziman e ziman bingeha neteweyan e wêje jî neynik teşe hiş û bîra wê neteweyê ye Her netewe bi ziman çand û wêjeya xwe tê nasîn Em dikarin bibêjin di wêjeyê de beşa girîng û ya ku bandorê li ser hiş raman û hestên civakê dike yek jê jî helbest e Helbest ziman xweşiktir û dewlemendtir dike Berî ku mirov nivîsê bibînin peyv dîtine û helbest bi peyvê re çêbûye Yekemîn carê bi helbestê dest bi nivîsê hatiye kirin her wiha helbest bingeha wêjeya nivîskî ye Her çiqasî ku gelek helbestvanên me yên nûjen pîştî çend pirtûkên helbestê berê xwe didin roman û çîrokan jî divê rola helbestê ya di wêjeyê û li ser pêşxistin û bîra civakê de tu carî neyê jibîrkirin Helbestvan jî ew kesên ku bi hosteyî peyvan di dil û hişê mirov de dineqişînin