MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Helim Yusiv — Helîm Yûsiv

Helim Yusiv
250,00
Roman Günümüz

Helim Yusiv

Helîm Yûsiv

Peywend

2021104 sf.
Şehadet Kitap

Helim Yusiv

Helîm Yûsiv

Dipesh Chakrabarty têgeheke bi navê odeya bendemenê ya Dîrokê li ferhenga zanista siyasetê nemaze jî li ya dijkolonyal zêde kiriye Li gor wî Dîroka pêşveçûner a navend Rojavayî şopa gelên paşvemayî wiha dîyar dike ku ew gelên hanê gavên pêşveçûna Rojava bişopînin Rojava di çi merhaleyan de derbas bûbe lazim e ew jî ji wan derbas bibin Lê li gor Chakrabarty ev pênaseya Dîrokê odeyeke bendamanê ye Lewra Rojava her bi pêşve biçe Rojhilat her li paş hatiye sabitkirin Di çîroka Tirênek û sê welat de serkirdeyê çîrokê li Surîyeyê li benda tirêna Azadiyê ye lê belê li gor gotina Kalo ji bo hatina wê tirênê hîn gelek zû ye dibe ku bi salan jî neyê Lê belê serkirdeyê çîrokê her li dû wê azadiyê ye ber bi welatên şarezatir ve diçe ku xwe bigihine tirênê Vê carê li Tirkiyeyê ye Bi teşqele ji sînor derbas dibe diçe rawestgeha tirênê Kalo dîsa li wê derê ye Li ser pirsa wî Kalo jê re zelal dike Ew tirên li vî welatî kar nake xerab bûye Hin dixwazin çêkin û hin jî naxwazin Her du alî li ber hev didin Bi rastî jî çîroka rojavayîbûna Tirkiyeyê eyn wiha xerabûyî ye di navbera kemalîst û îslamîstan de her diçe û tê Derba sisêyan li Almanyayê diceribîne Lê Kalo vê carê jî jê re eşkere dike ku ew dereng maye û tirên ji zû de derbas bûye Em têgihijin ku di vir alegorîyeke polîtîk heye ku ew rawestgeh eyn wek odeya bendamenê ya Dîrokê ye dema mirov li welatê xwe li bendê be ji hatina wê re gelek dem divên lê mirov here welatên Rojava jî tirên ji zûde ye çûye Ji bo redkirin hilweşandin û reva ji wê odeyê alavên ciwankarî yên hunerê jî gelek in Di repertuwara van çîrokên li ber dest de car bi car xwerû polîtîk bibe jî jê zêdetir mîzah îronî hêma û pişkên realîzma efsunî ew alav in Lê nivîskar van alavan ne ji bo kolandina tûneleke revê ji hepsa bendemanê lê belê mîna wan peykerên ku xwe ji zinarên xwe teraş bike ew jî bi hilweşandina dîwarên wê odeyê re fîgûra vegotina xwe derdixe holê Ferzan Şêr