Hêsıren Xwînê
Peywend
Berhemên Ahmedê Hepo ne tenê ji aliyê zimên ve belgeyinên wêjeyî ne her wiha ew serpêhatiyên wî jî bi qasî zimanê wî orjînal in Her kurdekî ku bi mebesteke kurdewariyê çûye Azerbaycanê teqez riya wî bi mala Apê Ahmed ketiye bi alîkariya wî gihiştiye mirazê xwe Ahmedê Hepo him damezrînerê wêjeya kurdî ya kurdên Azerbaycanê him jî bi xebatên xwe alîkariya pêşveçûna wêjeya kurdên Ermenistanê kiriye Ev Berhevoka Serhatiyan a Ahmedê Hepo li ser du beşan hatiye levakirin Beşa yekem ku para mezin a pirtûkê pêk tîne ji kurteçîrokên wî bi xwe pêk tê ku nivîsandina wan ji sala 1965an dest pê kiriye Hinek bi sernavên Adar û Emir Gul Vedide wekî pirtûk hatine weşandin hinek jî di nava berhemên wî yên din de hatine raçandin Adar û Emir Gul Vedide ji tîpên krilî ji bo latînî hatin guhastin her wiha yên belawela weşandî di vê beşê de hatin kom kirin Di beşa duyem de jî hinek kurteçîrokên ku wî ji azerbeycanî wergerandine hene