Hestname
Doz Yayıncılık
Di pirtûkê da hezkirina helbestvan bê çap û bê hidûd e dilê wî ji bo vegera welêt lê dixe lê rêya vegerê jê ra qedexe ye Welat dagirkirî ye Welêt da zulm û xezeba dagerkeran e Welat bi hebs zindan qereqolên cendirmeyan pêçayî ye Rêya welêt ber wî girtî ye Çi jî hebe helbestvan xweș bîn e Têkoșîna șervanê azadyê geș e Dewya her tiștî heye Dewya van zalim û ev zulma welatê wî da jî dibe wê hebe Dibêje Ew rojê jî bê Dayîka min a dilovan Belkî ez û tu hevdu nebînin Ger hetanî şerê me serket Ku me dijmin ji welat derxist Serê berdevkên wan pelaxt Û dema şervanên azadiyê vegeriyan ji xerîbîyê Ji şax û latan daketin kolan û sûkan Tu jî li rêza şervanan bigere Di wê roja şahî û bendewar da Ger te ez nedîtim Divê tu negirî û nelûrînî Dilşah û bextewar bî Bila ew çax dayîkên şehîdan Laçikên reş ji serên xwe bavêjin Şarên spî girêdin Kincên rengîn li xwe kin Ji bo ku welatê me azad bûye Kedxwarî belengazî û bêkesî ji nav me rabûye û ji bo wek welatekî azad û xwedî rûmet Li nav rêza miletên dinê me jî cîhê xwe girtî Dr Eskerê Boyîk