Hevind — Celadet Alî Bedir Xan

Hevind
Celadet Alî Bedir XanAvesta Yayınları
Hevind
Celadet Alî Bedir XanÇapkirina Berhemên Giştî ên Celadet Alî Bedirxan dom dike Celadt Beg din av Koleksiyona Dest de bi şanoyek cihê xwe digre Hevind Lehî wek hûtekî har û hêç radibe ser xwe ji pal û kaş û newalan dadixure Li ber wê tu kes tu tişt bican bêcan nema dikare bisekine Lat zinar kevir rêl dar direh serên xwe li ber xurtiya tifaqa dilopan ditewînin û lehî ew şahinşehê yekbûnê ewan mîna çilowên sivik dide pêşiya xwe reş dike dimale Halê kurdan jî ev e Kurd ji hev cuda dilopên baranê ne cihê cihê tên daqurtandin Ko gihane hev dibin lehî lehîke boş tu kes tu tişt li ber wan nikare bisekine Felata welatê me di rabûna vê lehiyê de ye

Lis Yayınevi
Di vê şanonameya han de pêşengê ziman û wêjeya Kurdî Celadet Alî Bedirxan çîroka serîhiladneke Kurdî ya şikestî û biserneketî vedibêje Şano bi rengekî zelal û rewan hatiye nivîsandin an ku ziman herikbar û gelêrî ye û xwe bi giranî dispêre bikaranîna biwêjan ku ev yek jî rehetîyekê dide xwîner ku di rûniştineke tenê de bi dawî bike Wekî her serîhildaneke gelê Kurd dîsa Kurd rastî têkçûn û şikestinê tên ku sedem wekî her carê bêderfetîya Kurdan e Dijmin bi tank û top e û Kurd bi şûr û mertalan in Kurd bi tifingên bêbandor li ber xezeba dijmin mane û bûne berxê ber kêrê Nivîskar xweş dide dîyarkirin ku mêranî bi destê vala nabe û encama newekhevîya di şer de her û her têkçûna yê qels e ku ev yek jî her dem bûye para Kurdên bêpişt Di vê der barê de jî Serwer Beg ê ku li ber kevîya mirinê ye weha dibêje Belê mêranî qenc e Nemaze di şerî de mêranî şertê pêşîn e Lê ji bona ku gîyan bilive jê re dest û ling û ji wan destan re jî şûr û rim divêtin Taybetmendîya şanonameyê ya sereke kurtbûna hevokan e ku nivîskar xwestiye bûyereke girîng di dîroka gelê Kurd de bi zimanekî sivik û bê giranî pêşkêşî xwîneran bike û bihêle ku Kurd di wê qonaxa destpêka wêjeya Kurdî de nêzî zimanê xwe bibin û xwe jê xerîb nebînin

Avesta Yayınları
Çapkirina Berhemên Giştî ên Celadet Alî Bedirxan dom dike Celadt Beg din av Koleksiyona Dest de bi şanoyek cihê xwe digre Hevind Lehî wek hûtekî har û hêç radibe ser xwe ji pal û kaş û newalan dadixure Li ber wê tu kes tu tişt bican bêcan nema dikare bisekine Lat zinar kevir rêl dar direh serên xwe li ber xurtiya tifaqa dilopan ditewînin û lehî ew şahinşehê yekbûnê ewan mîna çilowên sivik dide pêşiya xwe reş dike dimale Halê kurdan jî ev e Kurd ji hev cuda dilopên baranê ne cihê cihê tên daqurtandin Ko gihane hev dibin lehî lehîke boş tu kes tu tişt li ber wan nikare bisekine Felata welatê me di rabûna vê lehiyê de ye