Hewari
Lis Basın Yayın
HewariLis Basın Yayın
Lis Yayınevi
Di vê romanê de Hecîyê Cindî ji sêrî heta dawîyê tevina Hewarîyê bernade Ew vê serketina xwe ya ku bi Kurdîyeke ecêb delal û dewlemend xemilandiye tîne bi reva Kurdan ve girêdide û digihîne encamê Behs dike bê çawa Kurd careke din ji ber Roma Reş waldigerin li gund û herêmên ku têne dagirkirin mirov çawa têne kuştin û dijwarîyên ewqasî mezin têne dîtin Di babeta rasteqînîya bûyerên romanê de Hecîyê Cindî romanê bi serbihurîya xwe û malbata xwe diqedîne jina Kurd a bi navê Kubar ku ji komkujîyê direve û jineke Ermen ku li Hayastanê Ermenistanê dimîne rastî hev tên ev tasthatin pevgihiştina Kurdan û Ermenan hogirîya wan dinimîne û bi hevoka Û şukir ji vê sibeha teze re ji Ûrisêta Sovyetiyê êdî hewara me tê ve şoreşa Ûris a biserketî xebera xêrê ya heyama zêrîn bi pêldana alaya sor a di destên siwaran de tîne Romana ku ji du paran pêk hatiye romannivîs di para yekê de ji ser zimanê kesê yekemîn romanê dinivîse Li vîr jî Hecîyê Cindî romana xwe bi flashbackê dide destpêkirin