Heyy İbn Yeqzan — İbn Tufeyl

Heyy İbn Yeqzan
İbn TufeylHivda İletişim
Heyy İbn Yeqzan
İbn TufeylIbn Tufeyl ber û nûnerek gewre a çanda Îslamê ye Divê di nav vê tevahiyê de were nirxandin Îslamiyet di nav cahiliyeya Erebistanê de derket û di demekî kurt de li erdnîgariyek gelek fireh de berbelav bû Di hêla felsefe û zanistê de herêmek hevpar a çandî ku milek li Hindîçînê milek li nava Ewropayê li Îspanyayê bû ava kir Ev erdnîgariya berfireh ji gelek ekolên felsefe zanist û dînî re mazûvanî kir Xebatên felsefe û zanistê ku li derdora Bexdayê di sedsala 9an de dest pê kir di demek kurt de ji Hindîçînê heya Ewropayê li hemû heremên Îslamê berbelav bûn Îslam hem mîrasên çandên cuda ên wekî Hind Grek Îranî û Ereb girt nav xwe hem jî li ser van zêde kir û Serdema Ronakbûnek mezin dest pê kir Heyy b Yeqzan romanek felsefî û dawerî remzî sembolîk ye Bastana çîrokên felsefi û remzî li Rojhilatanavîn xurt e Ibn Tufeyl di pêşgotina berhema xwe de dibêje ku vê berhemê ji bo ravekirina heqîqetên veşartî bi taybetî yên di pirtûka Ibn Sîna Hikmetu l Meşriq de hatine vegotin nivîsandiye Ji ber ku çîrokek remzî a bi heman navî ya Ibn Sîna heye romana Ibn Tufeyl wekî dubarekirina vê çîrokê tê zen kirin Lê di hêla pevxistina naverokê de romana Ibn Tufeyl nûser e orjînal e berhema Ibn Tufeyl berhemek nûser e û bi tu awayî wekî berfirehkirina besît a çîroka Ibn Sîna divê neyê fehm kirin Versiyonek vê çîrokê hê di sedsala 9an de ji aliyê Huneyn b Îshak ve ji Yewnanî hatiye wergerandin Zimanê versiyona Yewnanî kevneşopiya qedîm a îrfanî tîne bira meriv Çîrokên werengî li Misr Babîl û hetta li Efrîkayê jî dixuye Naxwe ev mijar nîşaneya lêgerînek qedîm a heqîqetê ye

Hivda İletişim
Ibn Tufeyl ber û nûnerek gewre a çanda Îslamê ye Divê di nav vê tevahiyê de were nirxandin Îslamiyet di nav cahiliyeya Erebistanê de derket û di demekî kurt de li erdnîgariyek gelek fireh de berbelav bû Di hêla felsefe û zanistê de herêmek hevpar a çandî ku milek li Hindîçînê milek li nava Ewropayê li Îspanyayê bû ava kir Ev erdnîgariya berfireh ji gelek ekolên felsefe zanist û dînî re mazûvanî kir Xebatên felsefe û zanistê ku li derdora Bexdayê di sedsala 9an de dest pê kir di demek kurt de ji Hindîçînê heya Ewropayê li hemû heremên Îslamê berbelav bûn Îslam hem mîrasên çandên cuda ên wekî Hind Grek Îranî û Ereb girt nav xwe hem jî li ser van zêde kir û Serdema Ronakbûnek mezin dest pê kir Heyy b Yeqzan romanek felsefî û dawerî remzî sembolîk ye Bastana çîrokên felsefi û remzî li Rojhilatanavîn xurt e Ibn Tufeyl di pêşgotina berhema xwe de dibêje ku vê berhemê ji bo ravekirina heqîqetên veşartî bi taybetî yên di pirtûka Ibn Sîna Hikmetu l Meşriq de hatine vegotin nivîsandiye Ji ber ku çîrokek remzî a bi heman navî ya Ibn Sîna heye romana Ibn Tufeyl wekî dubarekirina vê çîrokê tê zen kirin Lê di hêla pevxistina naverokê de romana Ibn Tufeyl nûser e orjînal e berhema Ibn Tufeyl berhemek nûser e û bi tu awayî wekî berfirehkirina besît a çîroka Ibn Sîna divê neyê fehm kirin Versiyonek vê çîrokê hê di sedsala 9an de ji aliyê Huneyn b Îshak ve ji Yewnanî hatiye wergerandin Zimanê versiyona Yewnanî kevneşopiya qedîm a îrfanî tîne bira meriv Çîrokên werengî li Misr Babîl û hetta li Efrîkayê jî dixuye Naxwe ev mijar nîşaneya lêgerînek qedîm a heqîqetê ye