Hezar û Yek Şev
Kolektif
Azad Yayınları
Kitêba Hezar û Yek Şev ê wek ku wergêr Menaf Osman di pêşgotina kitêbê de nivîsîye yek ji kitêbê herî navdar yê dinyayê ye û wergerî gelek zimanan bûye Cara ewil di serê sedsala 18 an de ji aliyê Antoine Galland ve di dawiya sedsala 19 an û destpêka sedsala 20 an de jî ji aliyê Joseph Charles Mardrus ve wergerên Frensî bûne Di heman demê de di sedsala 19 an de wergerên İngilîzî Rûsî İspanyolî jî hatine kirin û li Ewrûpa tevî belav bûne Hin wergêr di çîrokan de guhertin kirine hin jê jî bêyî ku tu guhertina bikin werger kirine Hîn jî li her derê dinyayê çapê nuh têne derxistin axilbe ji bo zarokan bi şêweyên cuda cuda têne amadekirin û bi baldarî têne xwendin Çîrokên Hezar û Yek Şev ê ji alî fikir û sin et de gelek tesîr li dinyayê tevî kiriye Bûye kanî û bingeh ji gelek mijarên roman tîyatro muzîk û filmê sînemaya Gelek nivîskarên navdar sûd ji vê berhemê girtine Mirov kare bêje tu berhem di dinyayê de bi qasî Çîrokên Hezar û Yek Şevê tesîr li sin et edebiyat sînema tîyatro û hwd nekiriye Hîn jî navê lehengê wan li deran tê kirin û dibin navê merqeyan resmê ku wan temsîl dikin li ser gelek cihan û amûran cih digre Yanî tesîr li hemû aliyê jiyanê kiriye li jiyana civakî li zarokan li polîtîkayê li edebiyatê li tiyatroyê li sînemayê