Hezar Û Yek Şev Cild 1 2 3 4
Azad Yayınları
Kitêba Hezar û Yek Şev ê wek ku wergêr Menaf Osman di pêşgotina kitêbê de nivîsîye yek ji kitêbê herî navdar yê dinyayê ye û wergerî gelek zimanan bûye Cara ewil di serê sedsala 18 an de ji aliyê Antoine Galland ve di dawiya sedsala 19 an û destpêka sedsala 20 an de jî ji aliyê Joseph Charles Mardrus ve wergerên Frensî bûne Di heman demê de di sedsala 19 an de wergerên İngilîzî Rûsî İspanyolî jî hatine kirin û li Ewrûpa tevî belav bûne Hin wergêr di çîrokan de guhertin kirine hin jê jî bêyî ku tu guhertina bikin werger kirine Hîn jî li her derê dinyayê çapê nuh têne derxistin axilbe ji bo zarokan bi şêweyên cuda cuda têne amadekirin û bi baldarî têne xwendin Çîrokên Hezar û Yek Şev ê ji alî fikir û sin et de gelek tesîr li dinyayê tevî kiriye Bûye kanî û bingeh ji gelek mijarên roman tîyatro muzîk û filmê sînemaya Gelek nivîskarên navdar sûd ji vê berhemê girtine Mirov kare bêje tu berhem di dinyayê de bi qasî Çîrokên Hezar û Yek Şevê tesîr li sin et edebiyat sînema tîyatro û hwd nekiriye Hîn jî navê lehengê wan li deran tê kirin û dibin navê merqeyan resmê ku wan temsîl dikin li ser gelek cihan û amûran cih digre Yanî tesîr li hemû aliyê jiyanê kiriye li jiyana civakî li zarokan li polîtîkayê li edebiyatê li tiyatroyê li sînemayê Ev berhema bi Erebî ji aliyê kê ve û kengî hatiye nivîsandin ne zelal e lê xweş tê zanîn ku xwediyê vê berhemê civata Rojhilata Navîn e danheva çîrok û destan û efsaneyên vê civatê ne bi demê re li her herêmekê lêzêdekirin hatine kirin û ji aliyê zanayên mijarê ve fikara herî li pêş ew e ku bingeha vê berhemê kitêba Îraniyan ya bi navê Hezar Efsane ye Berhema Ebu Hasan el Mesudi ya bi navê Muruf el Dehab we Maadin el Cawahîr ya sedsala 9 an û berhema Muhammed bin İshak en Nedîm ya bi navê Kîtab ul Fîhrîst ya sedsala 10 an vêna piştrast dikin Yek ji kaniya vê kitêbê welatê Kurdan e û şopê kultura Kurdan rasterast xwe di çîrokan de dide der Li gel ku hîn jî hin ji van çîrokan di nav gel de têne gotin û di şevbuhêrkên berê de cihekî girîng digirtin mixabin wek nivîskî ev kitêb bi tevahî hîn jî bi Kurdî bi tîpê Latînî nahetiye çapkirin Em wek Weşanxaneya Azad di vê gava ewil de 4 cilda bi hev re di yek kitêbê de diweşînin Menaf Osman ev kitêb ji Erebî wergerî Kurdî kiriye û tu guhertin tê de nekiriye