Hîkayeta Terziyekî û Çend Tiştên Din
Avesta Yayınları
Di hikayetên Borges û Márquez da behsa tarîxê bi xwe ji hikayetan pêk tê lê hikayet piranî fantastîk in li ser erdê rastiyê Hikayet û behsên di vê kitêbê da teswîrên zemanê çûyî ne ku meriva radikêşine wê demê Nivîskar wekî epîtaf rehmet li gora Joyce aniye û gotina wî kiriye mifteya vê kitêbê ya ku dibêje tarîx mîna kabûsekê ye ku huzûrê nade min û xwe didimê ku jê hişyar bibim Tevî tesîra wê tarîxa bêhuzûr ev hikayet ji tarîxa piçûk a nenivîsandî derketine û rastî û xeyalî li hev pêçayî ne Lê her çi be jî xeyalkarî xwe dispêre rehên wê civakê ya ku metnên edebî jê derdikevin Ev kurteçîrokên han deng û behsên civakê ne û berê me didine mîraseke nenivîsandî ku sewta wan ji nava defterên razayî hişyar dibin