Hitoke Ü Papüşko 1
Mori Yayınları - Kürtçe
SERŞÛŞTİN HITOKÊ keçikek biçûk e Hirçek wê heye navê wê PAPÛŞKO ye Her dem pê re dipeyive û jê re qala kul û derd û kulê xwe dike pê dilşa dibe Di vê pirtûkê de qala paqijî û serşûştinê tê kirin Ligel ku Hitokê naxwaze serê xwe bişo diya wê bizorê serê wê dişo Di çîrokê de di warê serşûştinê de çanda kurdî ya berê jî tê qalkirin Çîrok 12 rûpel e û ji hêla nivîskar Newaf MÎRO ve hatiye nivîsîn DARA NOEL BABA Di vê pirtûkê de qala du çandên cuda tê kirin Hitokê li bajarekî Ewropayê dijî li wir hatiye dinyayê Dê û bavê wê jî dixwazin bi çanda Kurdî mezin bibe Hitokê di her sersalê de ji dê û bavê xwe Dara Çamê ya Noelê dixwaze û ew jî nakirin Jê re qala çanda Kurdî ya berê dikin Dê û bavê wê jê re qala dara miradan dikin Çîrok 12 rûpel e û hemû rûpelên wê rengîn in PISÎK Di rêzeçîroka Hitokê û Papûşko ya Pisîkê de qala hezkirina ajalan tê kirin Hitokê dixwaze ji wê re pisîkek bikirin lêbelê diya wê destûr nade Jê re qala gemar û nexweşiyên pisîkê dike Hitokê bi wî çavî li pisîkan nanihêre Ji ber ku diya wê destûr nade pisîk bikeve mala wan ew jî diçe pisîka cîrana wan ya bi navê Sûsî hez dike Çîrok 12 rûpel e ÇÊLEK û ŞÎR Di vê çîrokê de hem qala hezkirina ajalan dike hem jî ew bi çi awayî ji ajalan sûd werdigirin ew tê qalkirin Hitokê bi diya xwe re diçe çewlikek xwezayî ajalan xwedî dike û têra xwe bi wan re dilîze Diya wê jî jê re qala şîr mast û penêrên wan dike Çîrok 12 rûpel e û hemû rûpelên wê rengîn in DUÇERXE Di vê çîrokê de bavê Hitokê wê hînî ajotina duçerxeyê dike Heta ku hîn dibe çend caran dikeve xwarê lê paşê têra xwe li gorî dilê xwe duçerxeya xwe diajo Hitokê hemû serpêhatiyên xwe ji pêlîstoka xwe ya Papûşko re qal dike Çîrok 12 rûpel e