Hıtokê Û Papûşko SETA 2
Mori Yayınları - Kürtçe
6 Gula Gulberoj Hitokê keçikek piçûk e Pêlîstokek wê ya bi navê PAPÛŞKO heye Her dem pê ra dipeyive û jê ra qala derd û kulê xwe dike pê dilşa dibe Di vê pirtûkê da Hitokê bi dayika xwe ra diçe nava zevîyekê û xweşikahîya xwezayê dinase Çîrok 12 rûpel e û hemû rûpelên wê rengîn in 7 Baxçeyê Zarokan Di vê pirtûkê da Hitokê dest bi dibistanê dike Dayika wê pê ra diçe û ew pêşî ditirse lêbelê paşê hevalên wê çêdibin û ji dibistana xwe gelek hez dike Gava ji dibistanê tê malê hemû tiştên ku li dibistanê jîya ye ji pêlîstoka xwe ya Papûşko ra qal dike Çîrok 12 rûpel e û hemû rûpelên wê rengîn in 8 Dîno Di vê çîrokê de Hitokê li kolanan kûçikek bi navê Dîno dinase Gelekî jê hez dike bi hev ra dilîzin lê carina dayika wê destûr nade ku ji Dîno hez bike Dîno her cara ku Hitokê dibîne kêfa xwe ji wê ra tîne Zarok bi saya vê pirtûkê bi hezkirina ajelan dihesin Çîrok 12 rûpel e û hemû rûpelên wê rengîn in 9 Dîlan Çîrok bi sitrana gelêrî ya bi navê De bi lûr lûr lûr lûr lûr lûr De bi lûr lûr lûr teşîyê dest pê dike Hitokê cara ewil bi dê û bavê xwe ra diçe dawetekê û gelek kêfa wê tê Di çîrokê da ji dawetên kurdewar çend dîmen jî hene Hitokê bi cil û bergên xwe yên gelêrî tevli vê dawetê dibe Çîrok 12 rûpel e û hemû rûpelên wê rengîn in 10 Nexweşî Di vê çîrokê de Hitokê bi dayika xwe ra diçe sûkê Dayika wê ji bo zivistanê cil û bergên qalin disitîne lêbelê Hitokê cilên tenik li xwe dike û bêyî ku haya dê û bavê wê jê hebin diçe li parka ber mala wan dilîze û paşê nexweş dikeve Çîrok 12 rûpel e û hemû rûpelên wê rengîn in