Hotay Serra Usivê Qurzkizî
Rupel Yayınevi
Heftê Salên Usivê Qurzî kitêbeke bîranînan e Munzur Çemî jîyana Usivê Qurzî ji devê wî bi kirmanckîya zazakîya wî nivîsîye Ev kitêb cara pêşîn di 1992an de li Stockholmê weșîyaye û di babeta xwe de xebateka herî pêşîn e Kitêb li gor kronolojîya jîyana Usivî hatîye nivîsîn û duwazdeh qisim e Di qismê yekem de behsa qewm û mirovên Usivî gundên nêzîk û eșîrên wê mintiqeyê dike Li vir li ser pevçûn û nakokîyên gundî û eșîrên Dêrsimî yên salên 1920 30î gelek melumat hene Qismê duyem yê kîtêbê li ser jenosîda Dêrsimê ye Usiv bi xwe di nav van hedîseyan de bûye Ҫend caran ji mirinê xilas bûye Ew di vî beşê kitêbê de dûrûdirêj behsa tade zilim kuştin û talankirinên dewletê behsa têkilîyên kurdan di nav xwe de û psîkolojîya kurdan ya wê demê dike Piştî jenosîda Dêrsimê bi awayekî kronolojîk di jîyana Usivê Qurzî de ҫend qewimînên sereke ev têne behskirin û Usiv qala gelek bûyerên girîng ên wan salan dike melumatên berfireh dide Ev kitêb bi awayekî giştî di derheqê herêma Dêrsimê de û bi taybetî jî di derheqê qirkirina gelê Dêrsimê de yek ji çavkanîyên herî girîng e Ji bilî wan derbarê struktura civatî aborî û sîyasî ya civata me de belgeyeke tarîxî ye