Hummanist ü Şerwan Bîranînên Avakar û Serokwezîrê Pêşî Yê Israîlê
Avesta Yayınları
Ev ne kitêba yextiyarekî ye ku bi nostaljî li paş xwe dinêre Ben Gurion dema rojên buhurî tîne bîra xwe bi vê dema niha û siberojê jî ronî dike Gotinên li vir yên şervanekî ne ku di heman demê de pisporê mantiqê kesekî jîr û fîlozof e jî Temenê wî yî dirêj ne ku fehma wî ko kiriye ew nerm kiriye vizyoneke fireh û kûrahiyek dayê ku kesekî bi qasî wî tijî an biaqilmendî nejiyabe nikare bi dest bixe Abraham F RadZarokê ji getoya Polendê koçberê bo Filistînê karkerê erdan û pêşeng rêxistingerê siyasî dewletmedar damezrênerê Hêzên ParastinaIsraîlê û yekemîn fermandarê artêşê kibbutzger lêkolîner David Ben Gurion di heştê salên xwe de gelek jiyan jiyane Ji aliyê siyasî yek ji wan kesan e ku şikil danedîrokê Bi hebûna xwe mohra xwe li sedsala bîstemîn xist û bi vê jiyana gelek kesan guherî Ben Gurion ku piştî Duyemîn Şerê Cîhanê hişmendiya cihûyan seferber kir û bû mîmarê jinûveçêbûna Israîlê wek yekemîn serokwezîrê wê rêbertiya welatê xwe kir di wan panzdeh salên kritîk de Herî zêde para wî heye di parastina dewleta nû li dijî êrişên artêşên heftwelatên ereb şikildayina saziyên birêvebirinê avakirina pergala perwerdehiyê û gelek saziyên heyatî yên ji bo jiyana neteweyê Hewldanên wî pir bibandor bûn di pêşvebirina çandiniyê avdana derasayî ya axa ziwa ku serbilindiya Israîlê ye û domandina ewlehiyagelê xwe li dijî neyartiya berdewam a cîranên xwe Ji xeynî kirinên xwe Ben Gurion temama jiyana xwe tenê ji bo doza Israîlê terxan kir û bi vê bû sembola têkoşîna berdewam a dabînkirina warekî neteweyî ji bo gelê cihû Thomas R Bransten