Jana Dil
Belki Yayınları
Li ezmanan Ewr jî heye Dewr jî heye Di rêxeta qibleha te de Li dû her çiyayî çiyayekî din heye Ev der erdnîgariya mirovên dil fireh û îman pere ye Bi kemînên dêlik nexape Ji Enqerê Ji Bexdayê Ji Tehranê Ji Şam û Helebê bibore Seyê mirov ji siltanê xelkê çêtir e Ger bira Qabîl be Doza biran ji doza guran dijwartir e Bimeşe lawê min wek şêran bimeşe Kî ket li ber destê te bikuje û bimeşe Rehmê li wan neke Bimeşe lehengê m Bimeşe