Ji Bo Filmeki Senaryo
Avesta Yayınları
Dibêjin Berê gotin hebû Îro jî heye û li nav me jî heta tu bêjî xurt e Bi vê kitêba li ber destê we jî nivîskar hewl dide me hînî vegotineke nû bike Hûnera afirandina senaryoyeke bêkêmasî dibe ku wekî labîrentekê mistîk tevlihev û wekî cîhaneke nenas bi heyecan be Ev kitêb rêberek e ku ji we re bibe alîkar da hûn kesên xwedî gotin çîroka xwe ya awarte biafirînin Nivîskar di her beşeke kitêbê de perdeya ser çîrokê radike û çîroka xwîner ber bi perdeya spî ve dibe Di kitêbê de serpêhatiyên şexsî şîret û temrînên pîşeyî yên nivîskar hene da ku xwendevan bikaribe hêz û jêhatîbûna xwe bi pêş ve bibe Pratîk û temrînên bo nivîsandina çîrokê sazkirina senaryoyê pêşketina karakter afirandina diyalogan xeta vegotinê û hwd çend mînak in ji van Ji bo Fîlmekî Senaryo di rewîtiya we de ya ji çîrokekê ber bi senaryoyê ve rêberek e Bi mînakên balkêş hemû xalên senaryoyê hatine vegotin û bo ku çîroka we bi hemû balkêşiya xwe bixemile pêdiviyên xwîner radixîne ber çavan Piştî xwendina vê kitêbê xwîner bi zimanê fîlmekî dihise û ji bo ku li dû zimanê fîlmê xwe here baştir bala xwe dide têgehên weke dem cih karakter tevgerên kamerayê û hwd