MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Ji Siwêrekê Heta Stockholmê Bîranînên Misyonerekî Kurd — Keya Îzol

Ji Siwêrekê Heta Stockholmê Bîranînên Misyonerekî Kurd
326,60
Anı Anlatı

Ji Siwêrekê Heta Stockholmê Bîranînên Misyonerekî Kurd

Keya Îzol

Avesta Yayınları

2023384 sf.
Şehadet Kitap

Ji Siwêrekê Heta Stockholmê Bîranînên Misyonerekî Kurd

Keya Îzol

Keya Îzol yek ji damezrênerên Federasyona Kurd li Swêdê ye Di navbera salên 1981 û 2020an de di serdemên cuda de 16 salan serokatiya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê kiriye Di nav wan salan de wek serokê Federasyonê di gelek bûyerên dîrokî yên wek kuştina Serokwezîrê Swêdê Olof Palme Komkujiya Helebçe kuştina du keçên kurd Pela û Fadîme ji ber sedemên namûsê kuştina Wezîra Derve ya Swêdê Anna Lindh û gelek bûyerên din de roleke aktîf dilîze Di gelek malperên kurdî de makaleyên wî yên bi zimanê kurdî hatine weşandin Di çapemeniya Swêd de jî gelek makaleyên wî li rojnameya SVD Expressen Aftonbladet ETC Arbetaren de ha tine weşandin Gelek caran li ser pirsên siyasî û civakî derketiye televizyonên swêdî û kurdî Keya Îzol di demên cuda de berpirsiyartiya fermî ya kovarên Armanc Berbang Hevî û Weşanxaneya Çanda Kurdî ya ku yekem car pirtûkên swêdî yên zarokan wergerand bo zimanê kurdî kiriye Keya Îzol li ser pirsa kurd sê tezên zanîngehê nivîsandine û bi navê Dengê me paşeroja me ye raporek derheq çanda namûsê nivisiye Îzol di heman demê de yek ji damezrênerê Konfederasyona Kurdên Dîaspora DIAKURD e Bîranînên Keya Îzol ne tenê qeyda 50 60 salên dawî ye bala me dide bûyerên girîng û gelek xalên ku nayên zanîn ronî dike Xeta sereke ya bîranînên min di rastiyê de du qonaxên giring ên jiyana min vedihewîne Ya yekem salên zarokatiyê heya lîseyê ya duyem jî piştî sala 1974an vir ve ye Serdema duyemîn bi giranî behsa salên min ên xebata siyasî demokratîk dike Min xwest naveroka bûyerên giring ên herdu serdeman bên zanîn û tecrûbeyên ku di encama van bûyeran de hatine bidestxistin bi xwendevanê xwe re parve bikim Bi taybetî jî xebatên kurdên dîasporayê pir giring e Nemaze nifşên nû divê zanibe ev pêvajo çawa dest pê kir ji kîjan merheleyan derbas bû pêşketin û astengên wê demê çi bûn