Ji Tûrikê Kal û Pîran Çend Morî û Mircan
Na Yayınları / Weşanen Na
Ezîzan Di zargotina kurdan de hinek gotinên pêşiyan hene ku bi teşe û vegotina xwe dişibin kurteçîrokan Ew çîrokên bi wî teşbî di wêjeya dinyaya modern de bi şêwaza çîrokên mînîmal tên nas kirin û nivisîn Belê gotinên bi vî rengî ên di nav zargotina kurdan de hîn li asteke bilind in lew ku di wan de aqil feresat mantiq û matematîkeke bêhempa heye Ji vê zêdetir wejeyeke bilind û bedewkar jî dihêwirînin Ew berhemên bi vî rengî di nav gotinên pêşiyên kurdan de bi serê xwe beşek in Ew vegotinên bedew ku lehengên wan carînan însan carînan ajal carînan jî riwêk in di derbarê jiyana dinyewî de cerebe û danasînên qedîm radîgînin nifşên li pey hev Weke cerebeyeke edebî min di vê berhemê de desteyek ji van gotinan hilbijartin û bi vegotineke dewlemendtir û hinek jî lêzêdekirinan raberî we xwandevan û dilsozên zimanê kurdî kirin Bi hêviya tamjêhilanîneke wêjeyî Mehmet Oncu