Ji Unesco yê re Name — İsmail Beşikci

Ji Unesco yê re Name
İsmail Beşikciİsmail Beşikçi Vakfı
Ji Unesco yê re Name
İsmail Beşikciimg src https s3 eu west 1 amazonaws com dia kitadagitim ckeditor_assets pictures 53 content_1_original_original jpg alt height 15 width 15 font size 1 color white font img

İBV İsmail Beşikci Vakfı Yayınları
Metna ku hûn ê bixwînin wexta ku ji ber pirtûka Îsmaîl Beşîkça ya bi navê Teza Dîroka Tirk Teorîya Zimanê Rojê û Pirsgirêka Kurd sê sal cezeyê hefsê dikişîne û wexta ku di girtîgeha Adapazarîyê de ye jî nameyeke ku biryara UNESCO ye rexne dike dinivîsîne Name bi xebat pêşnûma û nameyên din yên taybet ji hêla rêveberîya girtîgehê ve hatine bidestxistin û ji ber nameya ku di nav van de hatîye bidestxistin nameyeke ku ji serokê Yekîtîya Nivîskarên Swêdê re hatîye nîvîsandin 10 sal cezayê hefsê lê hatîye birrîn Metn ji ber ku UNESCO sala 1981 ê weke sala Atatürk kebûl dike rexne dike UNESCO yê ev biryar li gorî kîjan rastîyan qebûl kirîye nîqaş dike Di heman salê de generalên zorker bi darbeya leşkerî derbeya leşkerî kirin û dîktatorîyeke tund dan meşandin Ji ber vê yekê jî sala Atatürk bi heyteholeke mezin pîroz kirin Atatürkê ku neteweya Ermenan li derveyê dîrokê hişt gelê Rûm heya bi heya mahkûmê bê niştimanîyê kir û raste rast daxilî perçebûna Kurdistanê bûye ji temamê van sûcan hate pakkirin û careke din weke zilamekî dewletê yê demokrat ji gelê cîhanê re hate pêşkeş kirin Nave Atatürk ji kêleka navên Dehaq Îvanê Erjeng Hîtler û Mussolînî rakirin û li kêleka zilamên dewletê yên hemdem bicihkirin UNESCO jî bi tevlêbûna xwe ji derewên bîrdozîya dewleta Tirk re bû rûpoşek Çepên Tirk dîsa di nav vê hesabdîtina dîrokî de tune bûn Bêyî ku çep bi dîrokê re hesab bibînin û bi ser kevin bi zanebûneke ku wê li der û dora Tirkîyeyê civakek demokratîk çênebe bi teorîyeke razber zimanbazî kirin demokrasî an jî hinekî din penceşêra di mejîyê xwe de mezin kirin û hinekî din bûn kemalîst Di vê metna ku hûnê bixwînin de helwesta biîstîqrar hew ji Îsmaîl Beşîkcî hat Bi hêvîya ku kurdîya pirtûkê cihê xwe bigre