Jiyan û Helbestên Mela Ebdulmecîdê Golurdî
Peywend
PÎŞ Û KAR Kewtme naw çerxa zemanî min neman umêd û hal Hub û hesret man di dil da bûm şuyuxek pîr û kal Bi hizaran sal umir bît akubet her mirin e Malê Qaron te di dest bît malbirin her kifin e Teşbihê xewn û xiyalan dê biçît wek yêk dem e Nîn e keyf û lezzeta wê kul û derd û elem e Kewtne hewesa jiyanê me mirin naête bîr Se û xîrêt me çu nînin sûc û curm gunhê kebir Hey hawar û sed mixabin bo wê jîna bê emel Umir borand bi hesûdî kîn xirabî dil xelel Dilxirab û qelbqirêj zimantûj û zaxelbeser Nîn e karek wî di destî dilêt kovan û keser Qîmeta umrî nezanî kanê ji bona çi ye Xêr û çakî wê birandin pîş û kar xirabî ye Ferqa xêr û gunehê nekir ji hev ma di nav da Nehêt bîrê dûmahî ew kewtye di nav xeman da Çendî zor e rûreş û şerminde çûna mehşerê Pêş mewlayî nîn e cihê îtiraz û xeberê Min hawar û gazî j vî halê giran û bêmefa Nekevne nav vî derdê nexweş bo xatra Mustefa Mayme bi destê xalî çu tiştek baş nîn e tê da Bûyme miflisê axret mayime di nava rê da Ey Xerîbê bêçare min sed hîvî û gazî ye Hatime dergahê ya Rebî jê bibe razî ye