Jiyana Azad
Sitav Yayınevi
Mijara vê romanê li ser lêgerîneke rasteqîn hatiye avakirin Serlehengê romanê li pey wateya jîyanê dikeve û xwe digihîne warên azad Lewra civaka ku ji nav çûyî bi qirêjî û nakokîyan tijî bû Jinên ku qedera wan bi destê mirovan hatiye nivîsîn qurbana civakê tên kirin Hemû bûyer li derdora serleheng diqewimin û dixwaze ev qedera ku ji van jinan re hatiye nivîsîn betal bike Bi sekn û dilnizmîya xwe tesîreke mezin li derdora xwe dike û qasî ku dikare jiyanên ku hatine şêlûkirin zelal dike Civaka ku em tê de dijîn ji van bûyeran xerîb nîn e Lê tişta ku em ji vê romanê dest bêxin hewildana hizreke azad û hişmendîyeke bi qîmet e Gotina vê romanê ev e Dibe ku her kes ji azadîyê hez bike lê azadî ji bo jinekê pêwîst e