MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Jiyana Min — Golda Meir

Jiyana Min
390,50
Biyografi Otobiyografi

Jiyana Min

Golda Meir

Avesta Yayınları

2023432 sf.
Şehadet Kitap

Jiyana Min

Golda Meir

Tenê tiştek heye ku hêvî dikim berî mirina xwe bibînim ku divê êdî gelê min muhtacî merhametê nebe Golda Meir Golda Meir siyasetmedara israîlî û çaremîn û heta niha tekane serokwezîra Israîlê 1969 1974 Li Kievê hatiye dinyayê di 1906an de malbata wê koçî Amerîkayê kir Di temenekî ciwan de bû endameke çalak a Partiya Sosyalîstên Siyonîst Di 1921ê de wê û mêrê xwe koçî Filistînê kirin Pêşî li kibbutza Merhaviayê xebitî Ji sala 1928an heta Şerê Duyemîn ê Cîhanê di Federasyona Giştî ya Karkeran Histadrut de xebitî Dema şer wek nûnereke xurt û biryardar a doza Siyonîst derket pêş di mizakereyên bi rayedarên brîtanî yên mandaya Filistînê re Di 1946an de bû seroka Beşa Siyasî ya Ajansa Cihûyan û ji bo anîna gelek penaberên cihû yên ewropî ku ji şer sax filitîbûn xebitî Di 14ê 1948an de bû yek ji îmzekarên deklerasyona serxwebûna Israîlê Sefîrtiya Moskowê kir bû endama Knessetê Parlamentoya Israîlê wek wezîra xebatê projeyên mezin ên lêkirina xaniyan çêkirina riyan û bicîkirina koçberan bi rê ve bir Navbera 1956 66an de wek wezîra karên derve siyaseta Israîlê ya alîkariya bo dewletên nû yên Afrîkayê meşand Piştî mirina Levi Eşkol a di 1969an de bû serokwezîr Bi israr hewl da bi riya dîplomasiyê li Rojhilata Navîn peymaneke aştiyê bê dirustkirin Di 10ê Nîsana 1974an de ji serokwezîriyê vekişiya Ev kitêb ji qelema wê û bi vegotineke samimî serpêhatiya jiyana jineke îkonîk a sedsala bîstemîn e ku jiyana xwe ji bo rizgarkirina gelê cihû û pêkanîna hêviya du hezar salan terxan kiriye Di şexsê Golda Meir de em dibin şahidê wê pêvajoya dîrokî ya serxwebûna gelê cihû ku bi sedan salan bûbû objeya nefretê li çar aliyê dinyayê