Jiyana Pexembere Me Hz Mihemmed
Kolektif
Tire Kitap
Perwerdeya Qereqteran a Li Male xebateke perwerdeya ya li ser din exlaq e ku ji bo zaroken ku di asta dibistana seretayi da ne hatiye amadekirin Ev xebat bi gelemperi li mal dibistan mizgeft û hemû ciyen ku ji bo perwerdeya zarokan maqul e ji bo perwerdeya dini u exlaqi te emilandin Kiteben ku hatine amadekirin u gor asta zaroken ku we di ve xebate da ci bigirin hatiye amadekirin û armanc ew e ku li gor asta zarokan perwerdeya qerekter û exlaq were dayin Ji ber ku mijar perwerdeya exlaq û nirxan e ne perwerdeya zanisti le perwerdeya hestan wek rebaz hatiye tercihkirin Agahiyen di kiteben me da tene ji bo neqilkirine nehatine dayin le agahi bi rebazeke wisa hatine dayin ku minak ji nav jiyane hatine wergirtin Em ve xebata xwe ya ku bi zarokan ra dikin ji bo pevajoyeke ku ji exlaq ber bi zaniste va û ji zaniste ji ber bi heyate va diherike weki gava ewil dibinin Helbet dive em ve yeke ji bibejin ku gava em di ve reye da dimeşin ariskar û bingeha me ya heri mezin malbat in Di Perwerdeya Qereqteran o Li Male da ruheKi wisa heye ku zarok li navende ye û malbat helin e Li gor agahiyen pedagojiya iroyin edî baş te zanin ku di peşketina şexsiyet û qereqtera zarokan da bandora derdore zede ye Perwerdeya şexsiyet û qerektere bi tevi çavderiya malbate hevalen hevta û derdoreki civaki derdixe hole Ev xebat ji bo zaroken deme yen ku ji laitik û hevalan be par in weki ava heyate ye Ev rasti ji yek ji sedemen sereke ye ku bu wesileya amadekirin u peşxistina xebata Perwerdeya Qereqteran a Li Male Em havi û bawer dikin ku kiteben me amade kirin ji bo ve armanca me bi kar ben