Jîyaneka Berevajî Têbînîyên Li Ser Jîyaanekê
Wardoz Yayınevi
Agahî Bilgi Bahoz Baranî di pirtûka xwe ya Ferhenga Bişaftinê da gelek dîmenên bişafinê nîşanî me dabûn Di vê pirtûkê da ew dîmenên bişaftin bindestî û mêtinkarîyê ji hev vediçirîne û bi awayekî hunerane xwe digihîne kakilên wan li ber çavên me radixîne û wan ji me ra deq dike Mezinê biçûkkirî Gotineka wan a pêşîyan dibêje Tiştê biçûk mezin mekin tiştê mezin biçûk mekin Meseleya zimanî meseleyeka hebûnî ye û mezin e lê wan ew bi têra xwe biçûk kirîye Masîyên bejî yan jî masî di golan da nabin hût Ji behra çand û zimanê xwe derketine û ketine akvaryûmên bajarî û dixwazin li wir bibin hût Oksîjena zimanê wan li wan bajaran tune ye û bi cîhazên oksîjenê jîyana xwe ya kurdewar didomînin Rêya bêveger Berê di nav çand û zimanê xwe da dihatin dinyayê û paşê dihatin bişaftin loma rêya vegerê çand û zimanekî cihekî ku lê vegerin hebû Îro êdî di malzarokê da tên bişaftin û cihê ku lê vegerin tune ye Parsek Serdest bindestan ji xwe kêmtir dihesibînin û wan tim hînî xwestinê dikin Piştî wextekî tiştê ku bindest bi xwe dikarin bi destê xwe bikin jî ji serdestên xwe dixwazin Derfetên wan hebin jî destên wan vegirtî ne ji xwe naxwazin û tim li benda serdestên xwe ne û dikevin rewşa parsekan