Keça Kafiroş
Sitav Yayınevi
Romana Keça Kafiroşî li ser jiyana keçeke kurd hatiye nivîsîn ku di salên 1900 dî de li başûrê Kurdistanê ji aliyê sûbayekî Îngîlîz ve tê revandin û li Îngîlîstanê heta dawiya temenê wê li malê tê hepiskirin Romannivîsê kurd Nebez Goran ev bûyera trajîk kiriye roman û bi hostatiyeke mezin vehûnandiye û pêşkêşî xwendevanan kiriye Bêdewletbûna kurdan trajediya civaka kurdan û esaleta jina kurd di şexsê Keça Kafiroşî de di vê romanê de baş radixîne ber çavan Keça Kafiroşî romaneke ku mirov di yek carê de bixwîne û bi rojan di bin bandora wê de bimîne