MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Keleha Dûr — Bawer Rûken

Keleha Dûr
350,20
Roman GünümüzRoman

Keleha Dûr

Bawer Rûken

Lis Basın Yayın

2023408 sf.
Şehadet KitapEn ucuz

Keleha Dûr

Bawer Rûken

Gregor Samsayê gava ku sibehekê ji xewnên xwe yên qerebalix hişyar bû bi xwe hisiya ku ew di nava nivînê xwe de veguheriye kêzikekî terrikî Ev hevoka pêşîn aVeguherîna Franz Kafka heq e ku mirov bibêje yek ji navdartirîn hevokên pêşîn e di nava hemû hevokên pêşîn ên hemû deqên wêjeyî de Bazargerekî bi navê Gregor Samsa yê ku reng e gîyancêwiyê nivîskarê xwe bi xwe ye bilaşûgewdebûn û bercestebûna hêmaya havîbûna takekes a di navacivaka xebatêde ye hêmaya derasayî ya ku derîyê honakeke hem tîr hem jî rohn vedike û bi havîbûn û bendetîya takekes a ku bi her şêweyî dinimîne xwendevanê xwe digire dixe pey wê cotpirsa ku bersiva wê zehmet e bê dayîn Gelo mirov ew zindî ye yê ku zerengîya xwe ya hestkirina bi kêzikbûna xwe ji dest daye An jî gelo kêzik ew zindî ye yê ku zerengîya xwe ya hestkirina bi mirovbûna xwe bi dest ve anîye Veguherîn Yek ji sertacên çîroka nûjen a mirovahîyê û di nava hemû berhem an de karîbara Franz Kafka Êdî bi Kurdî Bi wergera Fatih Aydınê ku yek ji wergêrên me yên xort e Bi Kurdîyeke ku serfirazîya Kurdî ye

Yaykoop
386,25

Lis Yayınevi

2023408 sf.
Kurdî / Kürtçe
Yaykoop

Ji Bawer Rûken romaneke ku li komareke xeyalî derbas dibe û mîna rengvedana Kurdistanê jî dikare bê xwendin Adarê gênc hîn di rêwîtîya çûyîna eskerîyê de hest dike ku fikirên wî ên der barê Komara Gel de tên guhertin Tekane fikira wî ev e ew jî wê mîna hemû xort û gêncan bi çûyîna eskerîyê re astengîya li pêşberî jîyana xwe rake Cihê eskerîya wî Keleha Dûr e ku ew li rojhilata komarê di nava çîyayên asê û di seqayeke çetin de ye Rayedarên kelehê li gorî propagandaya fermî a komarê bi heterî dikin ku ji xelkê rojhilatê serhildêrên ku li dijî komarê radibin çêbikin da ku bi vî awayî dijminekî ava bikin û pê temenê pergala xwe a heyî bidomînin Keleha Dûr tevî ku serpêhatîya dagirkerîya zilimkar û tecrûbedarîya îşkenceyên dehşetnak vedibêje jî di hêleke din de ew romana dilsozî fedakarî û rêwîtîya ber bi kûrayîya bûnewerîya mirov e Bawer Rûken bêyî ku tu cudabûnê têxe navbera karakterên xwe bi dilsozî nêzî karakterên xwe ên çê û ên neçê dibe Bawer Rûken bi romana Keleha Dûr awayek ji awayan mijara ku Franz Kafka Dino Buzzatî û J M Coetzee serê xwe pê re êşandibû bi şêwazeke din dide ber pirs û pirsyaran