Keştiya Tiji Xem
Sar Yayınevi
Di kuçeyê de erebeyek hêdîka derbas dibû Dengê strana Xanima min a Şivan bi ser dengê çivîkan ketibû Xanima min îro ji min xeyîdîye Îro ji min xeyîdîye ha hema tenê îro dimilmile hilmekê kûr ji cixareyê dikşîne hemû rehên stûyê wê dikin ji laşê wê derkevin Xanima m bermalîya m rind î tu xemla mala min xanima m bermalya m rind î tu xwîna rehê min Erê erê xemla malê ye bîblo ye taxima bardaxên hundirê vîtrînê ye û xwînekê westîyayî ye ku bi zorê di rehan de dikşe