Ketına Boreqelayê Dı Çîrokeke Kevn De
PEYWEND
Dawî li cengê nedihat Roj hefte meh û sal derbas bûn û temenê Melîk Keykawis û Fethan jî li gel wan derbas dibû Heft salên tam di wê pêjgehê de bi kirandina mencelên gewre yên fafon û têkçûna qutiya mezin a doşava frengiyan derbas kirin Bi hezaran serbaz hatin û çûn û hatin kuştin berpirsên gewre yên serbazî û general bistêrk û baz û şimşîr û gulegenimên ser milên wan ve derbas bûn ji çendîn bombabaranên giran û tirsnak rizgar bûn dehan car ji mirinê vegeriyan û ew jî hêşta her di wê pêjgehê de li bendî dawiya cengê porê wan hêdî hêdî tayên spî jê derdiketin û ceng her bi dawî nehat
Peywend