Keviren Bendewariye — Kawa Nemir

Keviren Bendewariye
Kawa NemirLis Basın Yayın

Lis Basın Yayın
Keviren Bendewariye Lis Basın Yayın

Lis Basın Yayın
Keviren BendewariyeLis Basın Yayın

Lis Yayınevi
Bager telpê davê esmên Bagerînk tev rakirî Ha dehbekî dike zûkîn Ha nolanî zar digirî Ha li qesela li ser ban dixe Dike dewî û dengî Ha li pencereya tam dixe Mîna rêwîyê derengî Alêksandir Pûşkîn Kevirên Bendewarîyê pêncemîn pirtûka helbestan a Kawa Nemirê helbestkarê pirtûkên helbestan ên bi navê Selpakfiroş Rewşen Name Stenbol 2003 Lîs Amed 2014 Bîşenga Deşta Dûr Lîs Amed 2006 Salname Lîs Amed 2009 û Bêdengî û Tiştên Din Lîs Amed 2012 û nivîskarê pirtûka kurteçîrokan a bi navê Çavdêriyên Barbarekî Lîs Amed 2009 û di Kurdî de wergêrê berhemên William Butler Yeats James Joyce Walt Whitman T S Eliot Ezra Pound T E Hulme William Shakespeare Emily Dickinson Sylvia Plath William Blake Tennessee Williams Yavuz Ekinci Herman Melville Oscar Wilde Stephen Crane John Berger û gelekên din 69 helbestan bi xwe ve digire Wekî helbestkar çîroknûs wergêr û edîtorekî zimanê Kurdî Kawa Nemir ev bîst û pênc sal e ji destpêka qonaxa Nifşê Rewşenê yê Bakur û vir ve ye bi tenê ji zimanê Îngilîzî ji wêjeyên Îngilîzî Îrlandî Emerîkan Keneda Awistralyayê û Tirkî devîdevî 7000 helbest bi dehan kurteçîrokên çîroknûsên navdar ên van wêjeyan çendîn şanoname û çendek roman wergerandine Kurdî Tevayîya helbesta ku Kawa Nemir heta niha nivîsîye ji du şax çiqr û geverên serekî dizê Ya yekem ji kelepora li keşkola dêrîn a Kurdî civîyayî ji deng û şêweyên rabirdûyê yên her dem nû dikişe ber bi îro ve Ya duyem ji nava şax çiqr û geverên parzemînên helbesta cîhanê de dertê ku ev yek jî xwe dispêre wergêrîya wî ya ku ev serê çaryeka sedsalekê ye her berdewam e Di vê çarçoveyê de helbesta ku Kawa Nemir heta niha nivîsîye û dinivîse ji alîyê bihûrgilîbûna xwe pevgirêdanên xwe yên xurt ên li gel rabirdûyê îroyê û sercema kelepora Kurdî nûjenîya xwe û dijwarîya zimanê xwe ve her tê gotûbêjkirin lê bi şikra îro van gotûbêjan rê li ber sînerjîyeke hêjayî behsê xweş kirine Kevirên Bendewarîyê pêncemîn berhema wî ya poetîk jî bi nimûneyên navhatî ve tijî ye Di vê berhema wî ya nû de pirranîya 69 helbestan yên kurt in ku wek dûmahîka berhema wî ya çarem Bêdengî û Tiştên Din dane ser rêya helbestkarên gewrê yên gerdûnî yên wek T S Eliot û Yannis Ritsos Lê di dawîya vê dîwana nû de surprîzek heye Ew jî ew e ku Kawa Nemir deh helbest li ber best û îlhama Fêrîkê Ûsivê gewre nivîsîne Weşanxaneya Lîs a ku bi weşandina hemû berhemên Kawa Nemir berdewam e bi weşandina Kevirên Bendewarîyê ya Kawa Nemir ve hindek qûçên teze di helbesta Kurdî ya hevçerx de bilind dike ya ku dibêje Ji ser pişta xwe ya zêrê sar de li Demê hiltêm Li nava gîhayê ku xwe mêrg dihesibîne lê kewş e Xewş e bûnewera xwe li laşê min disepîne tewş e Navan li gunehên min dikin tarîya xwe dihêlim

Lis Basın Yayın
Keviren Bendewariye Lis Basın Yayın