Kewên Birçî — Îsmaîl Dîndar

Kewên Birçî
Îsmaîl DîndarAvesta Yayınları
Kewên Birçî
Îsmaîl DîndarKitêba nû a Ismail Dindar Kewên Birçî ji nav weşanên Avesta derket Kitêb ji 16 çîrokan pê tê Ji çîroka bi navê Kewên Birçî Zivistan Ku zivistan dihat weke kirasê bûkê dar daristan rez û zevî çiya û newal seranser spî dibûn Hesreta çukan teyr û tilûran mistek reşahî bû Piştî barîna berfê xort û zilamên gund derdiketin nêçîra kewan Em zarok li hêviya mezinan diman Me bi bayê bezê xwe diavête turikên bav bira û apên xwe Bi lez me kewên di turikan de dihijmartin Dema diya min kew dipirtikandin min jê dipirsî Dayê bê tiving kew çawan têne girtin Lawo kew di berfê de nikarin bifirin Çima di berfê de nikarin bifirin Ku berf dibare kew tiştekî xwarinê peyda nakin Birçî dimînin Ku birçî dibin hêz di wan de namîne û êdî nikarin bifirin Bavê min jî wan bi destan digre ne wisa ye dayê Erê lawê min wisa ye bi destan digrin kewên birçî nikarin bifirin Ma tenê kewên birçî ji qerem dikevin Hemû ajal wisa ne Mirov jî wisa ne Ku mirov jî birçî dimînin ji dest û piyan dikevin Xwedê tu kesî tî û birçî nehêle Kewên birçî nikarin bifirin Kew kewên birçî Birçîbûn Û ligel ku ez gelekî birçî bûm jî min goştê wan kewan nedixwar Goştê kewên birçî

Avesta Yayınları
Ji çîroka bi navê Kewên Birçî Zivistan Ku zivistan dihat weke kirasê bûkê dar daristan rez û zevî çiya û newal seranser spî dibûn Hesreta çukan teyr û tilûran mistek reşahî bû Piştî barîna berfê xort û zilamên gund derdiketin nêçîra kewan Em zarok li hêviya mezinan diman Me bi bayê bezê xwe diavête turikên bav bira û apên xwe Bi lez me kewên di turikan de dihijmartin Dema diya min kew dipirtikandin min jê dipirsî Dayê bê tiving kew çawan têne girtin Lawo kew di berfê de nikarin bifirin Çima di berfê de nikarin bifirin Ku berf dibare kew tiştekî xwarinê peyda nakin Birçî dimînin Ku birçî dibin hêz di wan de namîne û êdî nikarin bifirin Bavê min jî wan bi destan digre ne wisa ye dayê Erê lawê min wisa ye bi destan digrin kewên birçî nikarin bifirin Ma tenê kewên birçî ji qerem dikevin Hemû ajal wisa ne Mirov jî wisa ne Ku mirov jî birçî dimînin ji dest û piyan dikevin Xwedê tu kesî tî û birçî nehêle Kewên birçî nikarin bifirin Kew kewên birçî Birçîbûn Û ligel ku ez gelekî birçî bûm jî min goştê wan kewan nedixwar Goştê kewên birçî