Kılıle ü Dimne Guldesteya Çîrokan
Mori Yayınları - Kürtçe
Ev pirtûk nêzîkî du hezar sal berê ji hêla Beydeba ve bi zimanê Hîndûyan yên kevin bi Sanskirîtî hatîye nivîsîn Bingeha çîrokên Kilîle û Dimne li ser ehlaq û edaletê hatine avakirin Çîrok fabl in û bi zimanê şîretê hatine nivîsîn Berhem navê xwe ji her du lehengên pirtûkê Kilîle û Dimne digire ev her du serenav navên du çeqelan in Kilîle feraset rastî û zanînê sembolîze dike Dimne jî sembola çewtî kirêtî û derewê ye Pirtûk bi awayekî resen ji 15 Baban pêk tê lê ev pirtûka hanê bi tenê guldesteyek ji van çîrokên fabl yên nava pirtûkê hatine hilbijartin Pirtûk heta niha li şêst zimanên cîhanê hatîye wergerandin Di pirtûkê de 10 çîrok hene Sadiq Reşwan pirtûkê ji Farisî wergerand Wêneyên pirtûkê ji hêla Fehîme Ferîmane ve hatine xêzkirin