Kîtab u D dur îl e la Fî Îlm ît Tecwîd î
Lis Yayınevi
Ev nezm i tecwîdê me îmla kir ji bo etfalê pak Da ew bixwunin her zeman ezmanê wan carî bibî Di warê olnasîyê de di beşê xweşxwendina Quranê de cara yekem Seyda Mela Xelîlê Sêrtî nivîsandibû zatê duyemîn rêwîyê vê rêyê zanayê vî ilmê ku wacib e mirov hîn bike Seyda Licêyî ye Ev kitêb rexneyên ku bi salan e dirêjî medreseyên Kurdan dihatin kirin Seyda bi zimanekî fesîh û rewneq wan ji meydanê radike Li ba rewşenbîrên Kurd her tim xwendevanên zarok li ber çawan bûne çi ku ev berhem bi xwe jî ji bona sebîyan hatiye hûnandin û şirovekirin Her çi qas Seyda bi zimanê zarokan jî telqîn kiribe lê di eynî demê de hewcedarîya biçûk û mezinê Kurdan ên dîndar tevekan pê heye Şagirdê nû dest bi xwendina Quranê dikin lazim e ku van meseleyên tecwîdê baş binase Ji lew re bi van mijaran Quran xweş û rindtir dibe Hemû suxte û feqîyên nûhatî divê ji dêvla kitêbên Ereb û Tirkan vê kitêba şîrîn a Kurdî bixwînin û ezber bikin