Kıtêba Salê
Avesta Yayınları
Axêferê komîteya xelatê ev serpêhatî û xwendina wê qedand Piştî bihîstina evê bûyerê hîsên tevlihev li min rabûn gelekî tevlihev Ez di cihê xwe de sar û germ bûm û xemgîn ketim zêde xemgîn bûm û salona şeva xelatê jî bêdeng Deng ji kesekî derneket li çepikan jî nexistin Axêferê komîteyê li jêra maseya pêş xwe xwar bû qevdek gul bilind kir û got Gelî mêvanên ezîz We guhdariya evê serpêhatiya Merwanê Îsê kir wî ji nivîskar û kitêbên wan hez kiriye Û bi vê tevgera wî me jî ji Merwanê Îsê hez kir me ji evê pêşniyara wî hez kir û me li hev kir ku ji îsal û pê ve em hersal bi navê Xelata meta min xelatekê bidin kitêbekê Û di dayîna xelatê de jî em ê hersal evê serpêhatiyê weke bîranîna vê xelatê bixwînin Loma me xwend