Kultur û Neteweperwerî — Refîq Sabir

Kultur û Neteweperwerî
Refîq SabirDoz
Kultur û Neteweperwerî
Refîq SabirNeteweperweriya kurdî aniha xwedî projeyekî ji hev cuda beş bi beş jêkdabirî û xwedî taybetiyeka herêmgerî ye Her ji destpêkê ve her perçeyên xwe di nav cografyayeka civakî û siyasî ya jêkdabirî lawaz û wêraniyeka kulturî de dîtiye Ew bereksê neteweperwerên ereb fars û tirk samaneka mezin a fikrî siyasî nebûye da ku binemayeka epîstemolojîk û îdeolojîk ji bo xwe durist bike û alîkarî hindê di pêwenda xwe û wî de diyardeyên dewrûberan têbigihe yan cure keleheka fikrî û kulturî li hember êrîşên kulturî û siyasî yên neteweyên serdest ji bo xwe dabîn bike Yanî neteweperweriya kurdî ji ber van şert û mercên dîrokî bi bêhêzî û tênegehiştina xwe ve nekariye sîstemeka fikrî îdeolojîkî û epîstemolojiyeka taybet ji bo xwe hilberîne ku ji xwe û pêwendiyên di gel ên dîtir û wî de bi diyardeyên siyasî îdeolojîk û kulturî ve saz bike lê her hewl daye xwe li gel wan biguncîne Bereksê wê di hemî qadên xwe ve çavlidestî neteweperweriya neteweya serdest û ronakbîrên wan bûye Ji sîstema fikrî îdeolojîk ya wan ku berhema ezmûna civakên wan bûn hinek çemk û tovên toxim epîstemîk û îdeolojîk wergirtine da ku rastiya civaka xwe pê ve biguncîne Min berê di çend kitêb û nivîsarên din de îşaret bi neteweperweriya kurdî kiribû Ev kitêba berdest birrek behs li xwe digire di vî warî de hewldanek din pêk tîne Dixwazim ronahî bixe ser hinek hêl û aliyên din yên neteweperweriya kurd taybetî jî bi pêwendiyên digel kultura kurdî ve Tanıtım Bülteninden

Doz Yayıncılık
Neteweperweriya kurdî aniha xwedî projeyekî ji hev cuda beş bi beş jêkdabirî û xwedî taybetiyeka herêmgerî ye Her ji destpêkê ve her perçeyên xwe di nav cografyayeka civakî û siyasî ya jêkdabirî lawaz û wêraniyeka kulturî de dîtiye Ew bereksê neteweperwerên ereb fars û tirk samaneka mezin a fikrî siyasî nebûye da ku binemayeka epîstemolojîk û îdeolojîk ji bo xwe durist bike û alîkarî hindê di pêwenda xwe û wî de diyardeyên dewrûberan têbigihe yan cure keleheka fikrî û kulturî li hember êrîşên kulturî û siyasî yên neteweyên serdest ji bo xwe dabîn bike Yanî neteweperweriya kurdî ji ber van şert û mercên dîrokî bi bêhêzî û tênegehiştina xwe ve nekariye sîstemeka fikrî îdeolojîkî û epîstemolojiyeka taybet ji bo xwe hilberîne ku ji xwe û pêwendiyên di gel ên dîtir û wî de bi diyardeyên siyasî îdeolojîk û kulturî ve saz bike lê her hewl daye xwe li gel wan biguncîne Bereksê wê di hemî qadên xwe ve çavlidestî neteweperweriya neteweya serdest û ronakbîrên wan bûye Ji sîstema fikrî îdeolojîk ya wan ku berhema ezmûna civakên wan bûn hinek çemk û tovên toxim epîstemîk û îdeolojîk wergirtine da ku rastiya civaka xwe pê ve biguncîne