Kum Soro
Na Yayınları / Weşanen Na
Alan Pîrê serpêhatîya Kum Soro bi awayekî qerfane tijî henek vegotineke herikbar û helbestane hûna ye bêje li hev anîne û veguhêstiye berhemeke muzîkal Ji ber ku wê çaxê bazareke navendî ya aborîyê hîn ava nebûbû û serdem serdema derebegiyan bû Kum Soro û jina xwe li hev dikin ku Kum Soro çêleka malê daxe bazara bajêr bifroşe û bi buhayê wê xwarin û vexwarin û kelûpelên malê û pêdivîyên jiyanê bikirre bîne Di nava hûrgiliyên tevna vê serpêhatîyê de em ê bibînin bê çawa Kum Soro bi hevsarê çêleka xwe digire û dibe di rê de rastî mirovekî tê ku bizina wî pê re ye çêleka xwe bi bizina wî diguhere piştî ku herdu qonaxekê bi hev re derbas dikin ji hev diqetin û Kum Soro pêrgî yekî din dibe û vê carê bizina xwe bi dîkê wî diguhere û bi vî rengî berdewam dike heta pevguherandina dawî êdî hew kumekî sor di destê wî de dimîne ew kum çawa di bîrê wer dibe û dawîya dawî destvala vedigere mala xwe û çîrok û serpêhatîya xwe ji jina xwe re dibêje jina wî lê guhdarî dike û bê ku pê re bixeyide bi ser de biqîre û bike lûbelûb hema bi tenê vê jê re dibêje Mala xwedê ava be ku tu di bîrê wer nebû û her tiştên ku ji dest te çûn bila sidqa serê te bin Durust Îzzet