MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Kurd — O L Vilcheviskj

Kurd
156,00
Tarih

Kurd

O L Vilcheviskj

Lis Yayınevi

20101. baskı296 sf.çev. Zîya Avcı
Kitap KağıdıKurdî / Kürtçe
Yaykoop

Kurd

O L Vilcheviskj

Etnografyaya Kurd ev serê sedsalekê ye bûye warekî dînamîk ku gelek zanyarên biyanî û Kurd ên mîna Diakonoffê pisporê dîroka Medyayê Minorskyê zanayê dîroka Kurdistanê Bazil Nikitine M Emîn Zekî Qanatê Kurdo Turayev Pêkolêvsky Petrovisky Partt û Marr gelek xebat kirine Nivîskarê vê pirtûka bi navê Kurd Destpêka Dîroka Etnîkî ya Gelê Kurd O L Vilcheviskjyê rojhilatnas dîroknas û etnografê bi nav û deng ê Sovyeta berê jî yek ji wan akademîsyenan e Vilcheviskjyê ku bi Kurdî gelekî baş zanibûye di salên Şerê Cîhanê yê Duyemîn de di dema Komara Kurd a Mahabadê de li navçeyên kurdnişîn ên Îranê maye wê hingê her çend hin raporên nehênî yên negatîv li ser tevgerên Kurdan ji Yekîtiya Sovyetan re nivîsîbe jî beriya wê û piştî wê wî bi dehan lêkolîn pirtûk û bendên hêja li ser Kurdan nivîsîne lewma jî girîng e di warê etnografyaya Kurd de wekî yek ji girîngtirîn kesan bê zanîn û xwendin Vilcheviskj di vê xebata xwe ya akademîk de xwe dispêre gelek zanyarên navdar ji dil û can hewil dide hinek xalên di etnografyaya Kurd de ronî bike yên wekî jiyana aborî û civakî ya rûniştevanên berê yên welatê Kurdan jiyana koçeriyê riyên di hilgêrbûn û dagêrbûna wan a ji zozanan de rola sewalvaniyê rola kişt û kalê û dîroka eşîrên cihêreng ên Kurd Dîroka etnîkî ya Kurdan warek e ku pêwîst e xebatên gelekî dûr û kûr li ser bêne kirin Ev pirtûka ji rêza Pirtûkxaneya Eslîxan Yildirimê ji bo kesên ku bixwazin hê zêdetir li dîroka etnîkî ya gelê Kurd bikolin destpêkeke girîng e Berhema hêja KURD Destpêka Dîroka Etnîkî Ya Gelê Kurd bi wergereke bêhempa û çak ya Zîya Avcı gîhaşt ber destê xwendevanê kurd